Stratejiya Erdoğan: Kurdan bîne aliyê xwe û Cemaetê bike hember

02.07.2014 Vatan
Wergêr: Muhammet Kurşun /
Orjinal Metin (tr-2014/07/02)

Rojnamevan û qunciknivîs, berî hilbijartinê dikarin tercîhên xwe bi eşkereyî diyar bikin.  Ma divê bikin? Mijareke binîqaş e. Li çapemeniya Emrîkayê, ne tenê rojnamevan, em dizanin ku hinek rojname jî tercîhan dikin û vê yekê bi eşkereyî jî radigihînin. Li cem vê, dîsa jî meyla ku wekî ortodoksan girêdayî prensîbê “bêalîbûn”ê bimîne û hetta mimkun be notr binivîse, niha jî belavtir e. Ez bi xwe jî, xwe yek ji wan dihesibînim. (Ya rastî, di welatê me de alîgirî heta tu bêjî bes eşkera bûye, bêalîbûn jî îdî wekî tawanekê tête dîtin. Di rewşeke wisa de dibe ku ev nîqaş hinekî zêdegavî be… Welhasil!) Nivîskarê Zamanê Şahin alpay, yek ji wan kesan de ku li welatê me, berî hilbijartinan tercîha xwe bi awayekî rehet û medenî, ragihand. Yên wisa kêm in. Alpar hêj berê ragihandibû ku dê piştgiriya Ekmeleddin İhsanoğlu bike. Piştî ku çûye Diyarbekirê gihîştiye wê qenaetê ku wê dengê Kurdan bi piranî ji Erdoğan re here. Alpay wiha nivîsandiye: “Belê. Eger surprîzeke mezin çênebe, wisa tê fêmkirin ku wê Erdoğan wekî Serkomar were hilbijartin. Di vê rewşê de, ji dêvla ku Erdoğan di tûra duyemîn de bi ferqeke mezin were hilbijartin, di tûra yekemîn de bi ferqeme kêm here Çankayayê, dê baştir be.” (Wê Kurd çima Erdoğan hilbijêrin)

Tûra yekemîn, an ya duyemîn?

Ez vê çalakiya zîhnî, di serê pêşî de ji ber li ser dijbera Erdoğan ava bûye rast nabînim. Wekî din, ez bervajiyê Alpay difikirim û ferq çi qas kêm dibe bila kêm be, Erdoğan dixwaze ku di tûra yekemîn de were hilbijartin. Eger di vê de biser bikeve, wê zêdetir bawer bike ku zemînê avakirina sîstema serokatiyê guncaw e. Herwiha berevajiyê Hüseyin Yayman difikirim ku dunî di Vatanê de gotibû wê Erdoğan di tûra yekemîn de were hilbijartin. Ev yek gelekî zehmet e.

Bingeha vê raya min jî ew e ku HDPê Selahatttin Demirtaş wekî ku dihate çaverêkirin kire namzedê Koşkê. Lewra Demirtaş, di roja me de ne tenê ji bo Bizava Siyasî ya Kurd, herwiha stêreke siyaseta Tirkiyê ye jî ku dibiriqe. Bi namzediya wî, ji ber ku derdekî wekî bendava sedî 10 jî tuneye, dê Bizava Siyasî ya Kurd, dengê xwe di sindoqê de bipîve. Hinek dengdêrên  CHPê ku meyldarê çepgiriyê ne jî, ji ber aciziya İhsanoğlu, eger di tûra yekemîn de deng bidin Demirtaş, ne dûrî aqilan e ku encamekî baş ji bo wî derkeve.

Eger HDPê bi çi sedemî dibe bila bibe namzedekê profîla wî lawaz (lewra piştî ku navê Demirtaş hate bilêvkirin, hemû kesên din dê wisa bihatana fêmkirin)  nîşan bida, îhtimal bû ku dengdêrên HDPê berê xwe bidana Erdoğan. Eger dengdêrên HDPê zêde elaqeyê nîşanî sindoqê nedin, em dikarin bêjin ku wê ev di lehê Erdoğan de be.  Dema ku Demirtaş nekeve nav du namzedên pêşî, dibe ku qismekî mezin ên dengdêran di tûra duyemîn de neçine ser sindoqan.


Bi Cemaetê re şer

Piştî ku dunî Erdoğan bû namzedê serkomariyê, di xeberdana xwe ya pêşî de, wekî ku em van serdemên dawiyê gelekî dibînin, bi awayekî eşkere dînî/îslamî bû. Bi taybetî jî, hevokên destpêk û encamê. Dema em ji hêla siyasî ve lê binêrin, îddiaya“serkomarê her kesî” herçiqasî balê bikişîne jî,  ji ber aqûbeta xeberdanên berê yên şanişînan tête zanîn, zêde heyecan nedida. Lewra piştî qederekê wiha got: “Em bi tu awayî musameheyê ji rêxistina dewleta paralel re nakin. Emê di asta herî jor de li dijî vê çeteya maşe têkoşînê bikin. Ev çete serxwbûna welatê me ji xwe re kiriye armanc. Em ji şerê vê hêzê misqalê zerre tawîzê nadin. Emê vê hêza çepel, bi rêya hiqûqê , ji binî ve û di zûtirîn demê de ji holê rakin.” Bi vê xeberdana xwe ew yek îlan kir ku wê cemaeta Fethullah Gülen, ji dervayî her kesî bigire.

Bi bizava Kurd re aştî

Di xeberdana Erdoğan de, li aliyekî dihate gotin ku eger derkeve Koşkê wê şerê bi “pêkhateya paralel” re derxîne asta herî bilind, lê aliyekî din jî wiha digot: “Em di serkomariya xwe de bi tu awayî rê nadin wê yekê ku pêvajoya çareseriyê bisekine û yan jî hêdî bimeşe. Em nikarin ji vê re musaede bikin. Li ber Tirkiyê ji xeynî çareserî, aştî û biratiyê tu bijardeyeke din tuneye.”
Tiştekî di vir de bibe mûcîbê ecêbmayinê tuneye. Lewra di rikeberiya Çankayayê de, hêza diyarker dengdêrên HDPê ne. Ev rastî vekirî û eşker ye. Wekî ku Şahin Alpay jî di nivîsa xwe ya ku li jor çêl lê kir, diyar dike, gelekî zehmet e ku İhsanoğlu ji dengdêrên HDPê rayan wergire.
Naxwe dimîne cemaeta Gülen. Gelo Cemaet, ew tişta ku di 30ê Adarê de nekir, dikare vê carê bike û di hilbijartina Çankayayê de zora Erdoğan bibe? Bi gotine din, dikare bike ku İhsanoğlu bi ser bikeve?
Muheqeq wê pir pir zehmet be, lê eger Erdoğan di vê hilbijartinê de serkeftî derkeve, cemaeta wekî dijminê sereke îlan kiriye, wê bi rojên gelekî teng û xerab re rûbirû bimîne. Loma, tê çaverêkirin ku Cemaet, ji bo Erdoğan neyê hilbijartin, tişta ji destê wê were dê bike.
Helbet divê em daxuyaniya nivîskarê Zamanê Hüseyin Gülerce ku piştî xeberdana Erdoğan a dunî li ser twitterê gote “Dengê ji bo Erdoğan e” jî li cihekî not bikin.




Destek olmak ister misiniz?
Doğru haber, özgün ve özgür yorum ihtiyacı
Bugün dünyada gazeteciler birer aktivist olmaya zorlanıyor. Bu durum, kutuplaşmanın alabildiğine keskin olduğu Türkiye'de daha fazla karşımıza çıkıyor. Halbuki gazeteci, elinden geldiğince, doğru haber ile özgün ve özgür yorumla toplumun tüm kesimlerine ulaşmaya çalışmalı ve bu yolla, kutuplaşmayı artırma değil azaltmayı kendine hedef edinmeli. Devamı için

Hemû gotar (10)
22.09.2024 Ruşen Çakır nivîsî: Di benda hevdîtina Erdogan û Esed de
19.08.2024 Ruşen Çakır nivîsî: Di sala 23yemîn de rewşa hazin a AKP’ê
11.02.2016 Hesabên herdu aliyan ên xelet şerê heyî kûrtir dike
30.01.2016 Rapora li ser ziyana Tirkiyê dîtiye
16.04.2015 Pêdiviya çepa sosyalîst bi hereketa Kurd zêdetir e
14.04.2015 Cemaeta Gülen 19 sal in xizmetê dibe Kurdistana Iraqê
14.04.2015 Bi rastî jî pêdiviya hereketa Kurd bi çepa sosyalîst heye?
10.04.2015 Selahattin Demirtaş: Öcalan nexwasta nedibûme namzed
02.04.2015 Cemil Bayık: Tirkî, di destpêka pêvajoyeke nû de ye
28.03.2015 Serkeftiyê heqîqî yê pêvajoya çareseriyê
29.09.2024 Bir yok edici melek olarak Erdoğan
22.09.2024 Ruşen Çakır nivîsî: Di benda hevdîtina Erdogan û Esed de
17.06.2023 Au pays du RAKI : Entretien avec François GEORGEON
21.03.2022 Ruşen Çakır: Laicism out, secularism in
19.08.2019 Erneute Amtsenthebung: Erdogans große Verzweiflung
05.05.2015 CHP-şi Goşaonuş Sthrateji: Xetselaşi Coxo Phri-Elişina Mualefeti
03.04.2015 Djihadisti I polzuyutsya globalizatsiey I stanovitsya yeyo jertvami. Polnıy test intervyu s jilem kepelem
10.03.2015 Aya Ankara Az Kobani Darse Ebrat Khahad Gereft?
08.03.2015 La esperada operación de Mosul: ¿Combatirá Ankara contra el Estado Islámico (de Irak y el Levante)?
18.07.2014 Ankarayi Miçin arevelki haşvehararı