"Cemaat li erdê hatiye dirêjkirin, kêr li ser stû ye"

04.08.2014 Vatan
Çeviren: Muhammet Kurşun /
Orjinal Metin (tr-2.8.2014)

Di şerê cemaeta Fethullah Gülen û hikûmeta AK Partiyê de li ser ragihandiyê tiştên balkêş diqewimin. Mesela di vê pêvajoyê de, yên ku li ser ragihandiyê alîgiriya hikûmetê dikin û bi bêînsafî êrîşî Cemaetê dikin, piraniya wan ji tecrubeyeke hereketa îslamî nayên. Bi gotineke din, van kesan di vî çendê dawiyê de li trêna desthilatê siwar bûne. Di muqabilî vê de, em dikarin bêjin ku sahib qelemên bi nasnameyeke îslamîst derketine pêş, piraniya wan der barê Cemaetê de bi baldarî tevdigerin û rexneyên bipîvan tînin ziman. Em bi gelek wesîleyên ji hev cuda jî hîn bûn ku Serokwezîr Erdoğan ji vê helwestê ne razî ye.

Ji layekî din ve xala herî zêde bala me dikşîne ew e ku piştî 17ê Kanûna 2013an, dezgeyên ragihandinê yên Cemaetê û kesên ku têkiliyeke wan a organîk bi vê rêxistinê re heye, li cebheya dijî hikûmetê di rêza pêşî de bûn. Halbûkî, di dozên wekî Ergenekon, Balyoz, Şike û KCKê de, pêşî dezgehên çapemeniyê yên bi Cemaetê re nehatine naskirin derdiketine pêş û piştî ku wan qada bimayin paqij dikir, medya û çapemeniya bi ser Cemaetê ve derdikete holê. Îja rojnamevanên Cemaetê bi xwe dest diavêtin meselê. Herçiqasî di pêngava nû de rewş guherî be jî, tiştekî ku wekî xwe maye heye: kesên ji derve, di parastina Cemaetê li dijî hikûmetê bibandortir in. Kesên wekî Ahmet Turan Alkan, Nazlı Ilıcak, Mümtazer Türköne, Ali Bulaç û qismen jî Şahin Alpay, wekî şexsiyetên ji derve, Cemaetê li dijû hikûmetê baştir diparêzin û bandorê çêdikin.

Kê gulleya pêşî berda?

Ali Bulaç li ser şerê Cemaet û hikûmetê wiha got: “Cemaet li erdê hatiye dirêjkirin û kêr li ser stû ye. Di halekî wisa de bila kes ji min çavnêriya wê yekê neke ku bêjim cemaaet wiha xelet e û wiha şaş e.” Ev gotinên Bulaç ji hêla endamên cemaetê ve gelekî hatine belavkirin. Mesela dema min israr kir ku divê Cemaet xwe rexne bike, her daîm ev cumleya Bulaç derxistin pêş min. Tesbîta Bulaç, gelekî tê ber çavan, lê ji pir aliyan ve xelet e. Mesela:

a)Beriya her tiştî tesbîta ku hikûmetê Cemaet li erdê dirêj kiriye û kêr daye ser stû gelekî bimubalexe ye. Bulaç, ev gotin beriya 22ê Tîrmehê kiribin. Herwiha operasyona 22ê Tîrmehê jî ne gelekî serkeftî birêve çû.

b)Wekî din kesekî ku cumleyeke wiha saz bike, divê di rojên fireh de jî xeletiyên Cemaetê anîne ser ziman. Lê tiştekî wisa nayê bîra min.

c)Dîsa, kesê ku ev cumle saz kiriye, divê di operasyonên ku hikûmet û Cemaetê bi hev re kiribûn de heman helwest girtiba. Mesela dema operasyonên Ergenekon, Balyoz, Şike û KCK çêbûn û “kêr dane ser stûyê tawanbaran” divabû heman helwest nîşan bide. Lê dîsa tiştekî wisa nayê bîra min.

d) Wekî din jî eger ev şerek be –ku wisa ye- mijara avêtina gulleya pêşî binîqaş e. Mesela kê gulleya pêşî berda? Yanî em rabin îddia bikin ku di halê asayî de hikûmetê xwest Cemaetê tesfiye bike, em dê neheqiyê li rastiyê bikin. Lewra îddiayeke wisa hîç ne waqi’î ye.

Gelo Erdoğan bûye Ergenekoncî?

Ali Bulaç, di nivîsa xwe ya çend roj berê de ku bi sernivîsa “Me’neya tiştên qewimî” weşiya, gelek tezên xwe anîn ser ziman ku bi rastî jî hêjayî nîqaşê ne. Li gor min beşa herî balkêş ya nivîsê ev e: “Unsûrên herî aktîf di êrîşa li ser Cemaetê de Ergenekonciyên muhafezekar û netewperest in. Evana, xwe li cem Rêzdar Tayyip didine didine xuyakirin û dixwazin ku hemî qadên jiyanê li ber Cemaetê ziwa bikin. Dixwazin ku dîndaran ne tenê ji burokrasiyê, herwiha ji aboriyê, medyayê, perwerdehiyê û hemî qadan biqewirînin.

Hevpeyvîna Ali Bulaç a bi rojnameya Yeni Asyayê re jî bi sernivîsa “Ergenekonciyan AKP bi dest xist” weşiya. Ali Bulac, Erdoğan ji nêzîk ve  nas dike, bi salan pê re kar kiriye, di dema şaredariya wî de şêwirmendiya wî kiriye. Ev tesbîta wî ya ku dibêje, “Erdoğan bi hêzên kûr re hevkarî kiriye û bûye aletê wê yekê ku dîndar ji her qada jiyanê bêne qewirandin” belkî ji hinekan re balkêş be, lê ji min re qet ne pêbawer e.

Bulaç, îddia dike ku “operasyoneke navneteweyî bi arîkariya navxweyî li dijî Cemaetê dimeşe”. Lê belê heman tiştî hikûmet ji bo cemaetê dibêje. Ev biryara ku ka kîjan tesbît qabilê qebûlê ye ji xwendevanan re dihêlin. Em gotineke din a Bulaç ragihînin: “Kuçeya kesên ku Cewşen di destê wan de be, naşibe kuçeya rêxistinên çepgir a tundrew.”

Belê, muheqeq naşibihe, lê gelo dê bişibihe çi?

Dema em li lêqewmînên piştî 22ê Tîrmehê dinêrin, em dibînin ku rê û rêbazên nû yên bêîteatiya sivîl pir nayên meşandin. Kombûnên li ber avahiyên polêsan û adliyeyan, zêdetir derketina pêş a malbatan, wergirtina misyona berdevkiyê ji hêla parêzer û parlamenteran; ev hemî jî curekî “déjà vu”yê (dîsa bûyê) ne. Yanî halekî ku berê hatiye dîtin, dixwazin dîsa bibînin.

Belê me, sehneyên wekî vê, bi taybetî jî di pêvajoyên Ergenekon û Balyozê de pir zêde dîtibûn. Guherîn tenê ew e ku polês ketine şûna eskeran.




Destek olmak ister misiniz?
Doğru haber, özgün ve özgür yorum ihtiyacı
Bugün dünyada gazeteciler birer aktivist olmaya zorlanıyor. Bu durum, kutuplaşmanın alabildiğine keskin olduğu Türkiye'de daha fazla karşımıza çıkıyor. Halbuki gazeteci, elinden geldiğince, doğru haber ile özgün ve özgür yorumla toplumun tüm kesimlerine ulaşmaya çalışmalı ve bu yolla, kutuplaşmayı artırma değil azaltmayı kendine hedef edinmeli. Devamı için

Son makaleler (10)
29.09.2024 Bir yok edici melek olarak Erdoğan
22.09.2024 Erdoğan ile Esad buluşmasını beklerken
18.09.2024 Transatlantik: İsrail’den Hizbullah’a siber saldırı - Trump’a ikinci sûikast girişimi - ABD Irak’tan çekiliyor
15.09.2024 Erdoğan’ın “din düşmanları”na ihtiyacı var
13.09.2024 Haftaya Bakış (231): İmamoğlu-Yavaş rekabeti - Narin Güran cinâyetinde tutuklamalar - Genç teğmenler krizi
12.09.2024 Mehmet Altan ile söyleşi: Türkiye’nin gidişâtı
12.09.2024 BRICS nedir? Türkiye üye olursa ne olur? Sinan Ülgen ile söyleşi
11.09.2024 Transatlantik: Trump-Harris düellosu - Hakan Fidan Arap Ligi’nde - 23. yılında 11 Eylül saldırıları
09.09.2024 Hafta Başı (1): Narin Güran cinayeti | Erdoğan teğmenleri hedef aldı | Hopa’da yaşananlar
08.09.2024 Erdoğan genç teğmenlerden rahatsız
29.09.2024 Bir yok edici melek olarak Erdoğan
22.09.2024 Ruşen Çakır nivîsî: Di benda hevdîtina Erdogan û Esed de
17.06.2023 Au pays du RAKI : Entretien avec François GEORGEON
21.03.2022 Ruşen Çakır: Laicism out, secularism in
19.08.2019 Erneute Amtsenthebung: Erdogans große Verzweiflung
05.05.2015 CHP-şi Goşaonuş Sthrateji: Xetselaşi Coxo Phri-Elişina Mualefeti
03.04.2015 Djihadisti I polzuyutsya globalizatsiey I stanovitsya yeyo jertvami. Polnıy test intervyu s jilem kepelem
10.03.2015 Aya Ankara Az Kobani Darse Ebrat Khahad Gereft?
08.03.2015 La esperada operación de Mosul: ¿Combatirá Ankara contra el Estado Islámico (de Irak y el Levante)?
18.07.2014 Ankarayi Miçin arevelki haşvehararı