Gelo Öcalan û bizava siyasî ya Kurd, di destê hikûmetê de rehîne ne?

31.07.2014 Vatan
Wergêr: Muhammet Kurşun /
Orjinal Metin (tr-2014/07/18)

Piştî ku Selahattin Demirtaş, ji lîsta HDPê bû namzedê serkomariyê, bi taybetî ev partî û gelemperî jî bizava siyasî ya Kurd, di rojevê de zêdetir derkete pêş. Dema em dinêrin, em dibînin ku vê bizavê, di demên dawî de  ber jor ve diçe. Namzedê CHP û MHPê Prof. Ekmeleddin İhsanoğlu jî, kampanyayeke bêdeng û kêmsiyasî dimeşîne. Loma, rewşa Demirtaş ku zêdetir derdikeve pêş ne ecêb e.
Lê belê nirxandinek heye ku bi rastî jî cihê metelê ye. Dixwazî bila ji bo çavdêriyek bêalî, dixwazî ji bo rexneyê, dixwazî jî bila ji bo piştgiriyê be. Kesên ji der ve li ser bizava siyasî ya Kurd diaxivin, wê wekî “amil/faileke” serbixwe nabînin ku li gorî rojeva xwe tevbigere. Piranî wisa difikirin ku bizava siyasî ya Kurd, di jêr banê fîlan “fail” bêvan “amilî” de hereket dike û mehkûmê vê helwestê ye.
Mesela, di hilbijartinên Koşka Çankayayê de, her du alî jî HDPê rexne dikin. Bi gotina nivîskarê Yeni Şafakê Ali Bayramoğlu, alîgirên Erdoğanî HDPê bi “Rêxistinbûyineke nû ya dij-AK Partî” sûcdar dikin. Alîgirên İhsanoğluyî jî vê partiyê dîsa bi gotina Bayramoğlu wekî “faktoreke li ber İhsanoğlu asteng e, dê dengan parçe bike” dibînin. Loma jî wê rexne dikin. Helbet ji aliyekî din ve jî yên ku piştgiriyê didine Demirtaş hene. Di nava van de yên ku di esasê xwe de barê misyona “Heddê Erdoğan nîşanî wî bidin” hilgirtine ser xwe têra xwe zêde ne.


Filmê her kesî ji xwe re


Wekî ku em dibînin, her kes di senaryoya ku nivîsandiye de hewl dide ku ji bo bizava siyasî ya Kurd bibe arîkar. Bi wî derdî tevdigerin.  Lê belê, di heqîqetê de ew filmê xwe dikişînin ku di rolê sereke de jî ew dilîzin. Film jî, hema ji ber vê sedemê, yanî ji ber ku hem desthilatdarî û hem jî muxalefetek ditirse ku bi vê heqîqetê re rûbirû bibe û qebûl bike nîvco dimîne. Lewra, dema ku qebûl bikin bizava siyasî ya Kurd, di qedera Tirkiyeyê û herêmê de amil/faileke serbixwe ye, bandorker e û hetta carcaran diyarker e jî; divê adetên ku li serê ne terk bikin. Wê demê, lazim e di serî de meseleya Kurdan û pirsgirêkên herêmî yên din ji nû de li ber çavan raxînin. Ev jî dê wan mecbûr bike ku di gelek mijarên heyatî de, şêwaz, gotin û polîtîkayên biafirînin.

Lê wer dixuyê ku ji ber mecalê wan û kirina vê yekê tuneye, xwe li karê asan datînin. Ji mesûliyetê direvin. Di vê mijarê de, muxalefet di ser Abdullah Öcalanê re ku li İmraliyê ye muameleya rehîneyan bi bizava siyasî ya Kurd re dike. Ew îddia dikin ku Öcalan û bizava siyasî ya Kurd rehîneyên hikûmetê, ya rasttir Serokwezîr Erdoğan in. Derdorên desthilatdariyê jî, zêde li ser vê yekê nasekinin û îtirazan nakin. Ya rastî, bi min ev yek hem xerîb e, hem jî bême’ne ye. Mesela, gelek nivîskarên ku em nêzîkatiya wan bi Erdoğan re dizanin, wekî ku desthilatê di ser bizava siyasî ya Kurd re hin sînor ji Demirtaş re tayin kiribin û wî jî zêdegavî di vî warî de kiribe ew hişyar kirin. Wekî ku berî niha jî gelek caran derketiye pêşberî me, “Faktörê Öcalan” bi bîra wî xistin.



Faktora Öcalan

Hikûmet û derdora wê her cara ku li hemberî baskên bizava siyasî ya Kurd ên wekî HDP/BDP û Qandîl/KCK/PKK dikeve tengasiyê, qertê İmrali/Öcalan derdixîne pêş. Ya rastî ev rêbaz roj bi roj bême’ne dibe. Ji tarîxa ku Öcalan hatiye zîndanîkirin, bi taybetî jî piştî ku AK Partiyê ji bo çareseriyê İmralı û Qandîl yekser muxateb girt û heta niha, bizava siyasî ya Kurd, her û her pêş dikeve. Sirrê vê jî hemahengiya di navbera her sê lingên vê bizavê (İmrali/Qendîl/Enqere) de ye.
Öcalan di bizava siyasî ya Kurd de serî û dawiya her tiştî ye. Lê belê ev bi tu awayî nayê wê me’neyê ku parçeyên din ên bizavê ne xwediyê tu fonksiyonan in. Lewra, herwekî ku em ji nirxandinên wî yên dawiyê û fermanên ku dane fêm dikin, aktorên din ên bizavê bi awayekî ciddî neanîne hemberî xwe. Em biryareke gelekî li dijî helwesta van faktoran nabînin.

Ev nuqte muheqqeq e: Öcalan di pêvajoyên Parka Gezî û 17-25ê Kanûnê de, dikaribû gavên wisa biavêje ku Erdoğan û hikûmet zêde zêde bikevin tengasiyê. Lê belê ew gav neavêtin. Ji ber vê helwestê, tawnbarkirina wî bi “rehîneyê hikûmetê” têra xwe eletewş e. Lewra aktorên din ên muxalif der barê çareseriyê de heta tu bêjî bes bêdil in. Loma jî, desthilateke ku Öcalan û bizava siyasî ya Kurd ji bo çareseriyeke mayinde muxateb digire lawaz bibe û destê serokê hikûmetê zeîf bikeve, ne di xêra wan de ye. Öcalan bi vê dizanibû.
Wekî gotina dawî: Aktorên din kîjan me’neyê li namzediya Selahattin Demirtaş bar dikin bila bikin ne muhîm e. Namzediya Demirtaş, ji filmê bizava siyasî ya Kurd beşeke nû ye ku di rolê sereke de ew dilîze…




Destek olmak ister misiniz?
Doğru haber, özgün ve özgür yorum ihtiyacı
Bugün dünyada gazeteciler birer aktivist olmaya zorlanıyor. Bu durum, kutuplaşmanın alabildiğine keskin olduğu Türkiye'de daha fazla karşımıza çıkıyor. Halbuki gazeteci, elinden geldiğince, doğru haber ile özgün ve özgür yorumla toplumun tüm kesimlerine ulaşmaya çalışmalı ve bu yolla, kutuplaşmayı artırma değil azaltmayı kendine hedef edinmeli. Devamı için

Hemû gotar (10)
22.09.2024 Ruşen Çakır nivîsî: Di benda hevdîtina Erdogan û Esed de
19.08.2024 Ruşen Çakır nivîsî: Di sala 23yemîn de rewşa hazin a AKP’ê
11.02.2016 Hesabên herdu aliyan ên xelet şerê heyî kûrtir dike
30.01.2016 Rapora li ser ziyana Tirkiyê dîtiye
16.04.2015 Pêdiviya çepa sosyalîst bi hereketa Kurd zêdetir e
14.04.2015 Cemaeta Gülen 19 sal in xizmetê dibe Kurdistana Iraqê
14.04.2015 Bi rastî jî pêdiviya hereketa Kurd bi çepa sosyalîst heye?
10.04.2015 Selahattin Demirtaş: Öcalan nexwasta nedibûme namzed
02.04.2015 Cemil Bayık: Tirkî, di destpêka pêvajoyeke nû de ye
28.03.2015 Serkeftiyê heqîqî yê pêvajoya çareseriyê
29.09.2024 Bir yok edici melek olarak Erdoğan
22.09.2024 Ruşen Çakır nivîsî: Di benda hevdîtina Erdogan û Esed de
17.06.2023 Au pays du RAKI : Entretien avec François GEORGEON
21.03.2022 Ruşen Çakır: Laicism out, secularism in
19.08.2019 Erneute Amtsenthebung: Erdogans große Verzweiflung
05.05.2015 CHP-şi Goşaonuş Sthrateji: Xetselaşi Coxo Phri-Elişina Mualefeti
03.04.2015 Djihadisti I polzuyutsya globalizatsiey I stanovitsya yeyo jertvami. Polnıy test intervyu s jilem kepelem
10.03.2015 Aya Ankara Az Kobani Darse Ebrat Khahad Gereft?
08.03.2015 La esperada operación de Mosul: ¿Combatirá Ankara contra el Estado Islámico (de Irak y el Levante)?
18.07.2014 Ankarayi Miçin arevelki haşvehararı