Mafê Kurdan ê ku guftûgoyan bi tena serê xwe bimeşînin

31.07.2014 Vatan
Wergêr: Muhammet Kurşun /
Orjinal Metin (tr-2014/06/28)

Abdullah Öcalan, li İmralıyê mizgînî dabû parlamenterên HDPê ku ew di pêvajoya çareseriyê de ketine qonaxeke nû. Lê tam di wan rojan de rê dihatine birrîn, malbatên zarokên ku derketine çiyê çalakî dikirin û alaya Tirkiyê dihate daxistin.

Bûyerên wisa, bi me dida zanîn ku ev mizgînî ji “zanîn”ekê zêdetir, wekî “daxwazekê” derdikeve pêş. Lê piştî ku pêşnûmaya qanûna li ser pêvajoyê hate pesendkirin, me dît ku bi rastî jî qonaxeke nû dest pê kiriye. Tesbîta Öcalan ya “em bûyereke tarîxî dijîn” rast e. Ji layê CHPê jî ji xeynî çend dengên lawaz, berteke ciddî li hemberî vê yasayê derneket.

Li aliyekî din, hin kes hene ku dixwazin meseleya Kurdan bi rêyên aştiyane û mayinde çareser bibe, lê nêta wan tuneye ku li qismê tije yê piyaleyê binêrin û rewşê bi awayekî erênî qebûl bikin. Dengê van kesan dîsa jî bi gurahî derdikeve. Wekî ku her carê dikin, dixwazin bala însanan bikşînin qismê vala yê piyaleyê. Mesela hewl didin pêşnûmaya qanûnê ni navê wê derxînin pêş çavê însanan. Lewra qanûn bi şêwekî tehl wekî “Bidawîanîna Terorê û Rexsandina Yekrêziya Civakê” hatiye binavkirin. Ev derdor, rexneyê li ser wê yekê dikin ku di qanûnê de carekê jî peyva “Kurd” derbas nabe û der barê helwestên giştî de zêde hûrbînî-wirdekarî cih nagirin. Ev kes binêt in ku hêla neyênî ya qanûnê derxînin pêş.


Banga Însafê

Ev rexne hemî jî rast in, lê pirsgirêkeke ku wisa aloz, linavhevketi û bûye wekî kangrenê bêyî serêşî çareser nabe. Ev ji îmkanatan dûr e. Wekî din, hemî rexneyên wereng û yên li ser wirdekariyan hûr dibin, nikarin rê li ber rastiyekê bigirin. Ew jî ew e ku guftûgoyên hetanî niha li ser pêvajoya çareseriyê bi şiklekî veşartî dimeşiyan, îdî li ser bingeheke qanûnî ne. Vê qanûnê, guftûgoyên li ser pêvajoya çareseriyê anî zemîneke yasayî.

Xaleke din belkî jî ya herî muhîm ew e ku di serî de Öcalan, aktorên sereke yên bizava siyasî ya Kurd kêfxweşiya xwe der barê asta qonaxê de anîne ziman. Hem jî awayekî eşkere ku tu şik û guman ji kesî re çênebin. Madem rewş wisa ye û ev kesên rexnegir jî piraniya wan ne Kurd in, dê baş bibe ku em wan hinekî bi bal însafê ve vexwînin. Lewra ev kes di nava bizava siyasî ya Kurd de cih nagirin, hetta demeke dirêj bi guman lê dinêrîn û mesafeyeke dirêj xistibûn nava xwe û vê bizavê. Lê di roja îro de radibin, berevajiyê Kurdan, rexneyê li pêvajoya aştiyê digirin û hikûmetê ji wan zêdetir didine ber tîran.

Qonax bi qonax

Bi salan e bizava siyasî ya Kurd ji xwe re kiribû  hedef ku ji hêla dewletê ve muxateb were qebûlkirin. Piştî ku di van demên nêzîk de gihîşte vê hedefa xwe, vê carê daxwazên li ser qanûnîbûna vê muxatebgirtinê derketine holê. Em bi derketina qanûna navborî, bûne şahid ku ev daxwaz jî pêk hat. Bi îhtimaleke mezin, di qonaxa li pey vê de, emê bibine şahidê guftûgo û bazarên germ ên li ser vê zemîna qanûnî. Bêguman, divê ev pêvajo bi awayekî şeffaf û bi agahdarîkirina xelkê bimeşe. Ya rastî di maddeya ku di qanûnê de derbas dibe gelekî muhîm e. Ew madde wiha dibêje: “Xebatên ku di çarçoveya hemwarkirinê de bêne kirin û tedbîrên ku di vê mijarê de werine girtin, dê ji raya giştî re bête ragihandin. Dê mekanîzma ku gel  agahiyên rast û di wextê xwe de bistîne bête pêkanîn.

Lê belê, aktorên sereke desthilata siyasî û bizava siyasî ya Kurd in. Ev rastiyeke misoger e. Bêguman her kes dikare, ji van her du aktorên sereke re hin pêşniyariyan pêşkêş bike, yan jî wan  rexne bike. Lê yên hizra wê yekê dikin ku der barê guftûgoyên bi dewletê re rê nîşanî bizava siyasî ya Kurd bidin, divê ji eqlê xwe dernexînin ku ew siyaseta Tirkiyê gelekî baş dinirxînin. Ew yek ji wan bizavan e ku rewşa Tirkiyê herî baş şîrove dike û tehlîl dike. Herwiha ev rewş ji zû de hatiye tescîlkirin. Kesên wisa, lazim e baş bizanibin ku ev bizava siyasî, rewşê ji wan baştir dibîne û pêwistî bi eql û fikrekî biyanî jî tuneye.

Faktora Erdoğan

Mesela Kurdan li Tirkiyeyê “maka kêşeyan” e. Dewletê di çareserkirina vê pirsgirêkê de, pêşveçûneke baş bidest xist. Wer dixuyê ku dê pêşdetir jî here. Lê belê ji wan handîkapên mezin ên vê Tirkiyeyê ew e ku Serokwezîr Erdoğan, hemî bûyerên siyasî, nîqaşên têne kirin, dubendiyên dikeve nav civakê û hwd… dixe bin tehekkuma xwe. Ew kesên ku min di serê nivîsê de behsa wan kir ku qismê vala piyaleyê dibînin û giraniya xwe didine ser neyêniya pêvajoyê, ji wê îhtimalê ditirsin ku Erdoğan qonaxa çareseriyê bibe serî û bihêztir bibe. Tirsa wan ew e ku Erdoğan vê meselê jî, ji bo bihêzbûna xwe bike destkeftineke mezin. Ya ez dibînim ew e ku fikar û tirsa van kesan di vî warî de ye. Helbet ev nêrîn û perspektîfeke şaş e. Ji layekî din ve jî qelebalixek heye ku tam bereksê vê komê ye. Di nav vê qelebalixê de hin kes hene ku derdekî wan ê wekî çareseriya pirsa Kurd tuneye. Bes, ji ber ku pêşeroj û îqbala xwe bi Erdoğan ve girêdane, dixwazin ew bihêztir bibe. Derdê van kesan ne beqaya Erdoğan e, lê îqbala wan di serkeftina wî de ye.

Hêvîdar im ku ji ber şerê van her du komên ku dixwazin Erdoğan têkbidin û yan jî derxînin ezmana, tiştek bi serê pêvajoya çareseriyê nayê. Daxwaza min ew e ku di şerê berjewendiyên her du aliyan de qonaxa aştiyê ziyanê nebîne.




Destek olmak ister misiniz?
Doğru haber, özgün ve özgür yorum ihtiyacı
Bugün dünyada gazeteciler birer aktivist olmaya zorlanıyor. Bu durum, kutuplaşmanın alabildiğine keskin olduğu Türkiye'de daha fazla karşımıza çıkıyor. Halbuki gazeteci, elinden geldiğince, doğru haber ile özgün ve özgür yorumla toplumun tüm kesimlerine ulaşmaya çalışmalı ve bu yolla, kutuplaşmayı artırma değil azaltmayı kendine hedef edinmeli. Devamı için

Hemû gotar (10)
22.09.2024 Ruşen Çakır nivîsî: Di benda hevdîtina Erdogan û Esed de
19.08.2024 Ruşen Çakır nivîsî: Di sala 23yemîn de rewşa hazin a AKP’ê
11.02.2016 Hesabên herdu aliyan ên xelet şerê heyî kûrtir dike
30.01.2016 Rapora li ser ziyana Tirkiyê dîtiye
16.04.2015 Pêdiviya çepa sosyalîst bi hereketa Kurd zêdetir e
14.04.2015 Cemaeta Gülen 19 sal in xizmetê dibe Kurdistana Iraqê
14.04.2015 Bi rastî jî pêdiviya hereketa Kurd bi çepa sosyalîst heye?
10.04.2015 Selahattin Demirtaş: Öcalan nexwasta nedibûme namzed
02.04.2015 Cemil Bayık: Tirkî, di destpêka pêvajoyeke nû de ye
28.03.2015 Serkeftiyê heqîqî yê pêvajoya çareseriyê
29.09.2024 Bir yok edici melek olarak Erdoğan
22.09.2024 Ruşen Çakır nivîsî: Di benda hevdîtina Erdogan û Esed de
17.06.2023 Au pays du RAKI : Entretien avec François GEORGEON
21.03.2022 Ruşen Çakır: Laicism out, secularism in
19.08.2019 Erneute Amtsenthebung: Erdogans große Verzweiflung
05.05.2015 CHP-şi Goşaonuş Sthrateji: Xetselaşi Coxo Phri-Elişina Mualefeti
03.04.2015 Djihadisti I polzuyutsya globalizatsiey I stanovitsya yeyo jertvami. Polnıy test intervyu s jilem kepelem
10.03.2015 Aya Ankara Az Kobani Darse Ebrat Khahad Gereft?
08.03.2015 La esperada operación de Mosul: ¿Combatirá Ankara contra el Estado Islámico (de Irak y el Levante)?
18.07.2014 Ankarayi Miçin arevelki haşvehararı