Pênc têbîniyên li ser DAÎŞ, Kurdistana Iraqê, PKK, Tirkî û Emrîka

10.08.2014 Vatan
Wergêr: Muhammet Kurşun /
Orjinal Metin (tr-2014/08/09)

Firehkirina Xîlafetê bi bal Kurdistanê ve

Divê em xalekê di bîra xwe de bigirin: Li Kurdistanê, rehekî gelekî biqewet yê Îslamî heye. Hem li Tirkiyê, hem li Iraqê û hem jî li Sûriyê… El Qaîde û dûvikên wê yên wekî DAÎŞ jî ji vî rehî xwedî dibin. Mesela di nav sefên DAÎŞê de Kurdên Sûriyê kêm in, lê gelek Kurdên Tirkiyê û Iraqê hene. Di muqabilî vê de, îmkanê ku DAÎŞ li Başûrê Iraqê hêlîna xwe çêke û di nav Erebên Şîî de çalakiyan bike; ji ber sedemê îdeolojîk/teolojîk hîç tuneye. Loma jî, nêteke DAÎŞê ya ku dewleta xwe ya Îslamê bîne Kurdistanê jî heye. Divê ev armanc jî biçûk neyê dîtin.


Hevpeymanê Washingtonê yê ….

Bombardimana Emrîkayê ya li ser  DAÎŞê ku berê xwe dabû Hewlêrê, bûyereke 11 sal berê anî bîra min. Piştî ku artêşa Emrîka Iraq dagir kir, di Adara 2003an de li dijî rêxistina Ensar el-Îslamê ku li ser xeta El Qaîdeyê bû û di sînorê Îranê û Helebçeyê de li herêmeke biçûk dima, operasyoneke berfireh da destpêkirin. Bi vî awayî reqîbekî herî biqewet ê Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê ku serokatiya wê Celal Talebanî dike,  tasfiye kiribû. Dema ku Mûsil hate girtin, Washingtonê dengê xwe dernexist. Lê dema ku Hewlêr bû mewzûbehs kete dewrê. Ev bûyer, wê yekê bi me dide nîşandan ku Kurd li Iraqê hevpaymanên herî sereke yên Emrîkayê ne. Rewşa dawî ev rastî careke din derxiste holê.

Hêza Kurdistana Iraqê ya berxwedanê

Hêzên pêşmerge, deverên mîna Şengal û Mexmûrê, wekî ku artêşa Iraqê ji Mûsilê reviya, terk kirin. Bi vê bûyerê re, gelek pirs di serê însanan de çêbûn. Gelo, çekên giran ên DAÎŞê bûne sedemê vê yekê? Bawer nakim. Diyar e ku problemeke Rêvebiriya Herêma Kurdistanê ya di warê motîvekirina hêzên çekdarî de heye. Em dikarin li ser sedemê vê gelek tiştan bibêjin. Em ji bo niha tenê vê bêjin ku: “eqlê stratejîk” yê pêşengên DAÎŞê, ev nuqta zeîf ya Kurdan gelekî baş analîz kiriye.


Înîsiyatîfa KCK/PKKê

Min nivîsa xwe ya bi sernivîsa “PKK çima dixwaze bi DAÎŞê re şer bike?” wiha bi dawî anîbû: “PKK, ji Şerê Xelîcê yê yekem û mudaxeleya Iraqê, biqezenc derket û bihêztir bû. PKK, dixwaze ku ji qeyrana li Iraq û Sûriyê jî durist bûye, bi heman awayî sûdê wergire û biqezenc derkeve. Ji roja îro ve ayindeya vê rêxistinê vekirî dixuyê.” Berî du meh biqedin, PKK piştî Sûriyê, niha li Iraqê jî bi DAÎŞê re şer dike. Lê ji ku em bikaribin li ser aqûbeta bî şerî tiştekî bibêjin, hêşta gelekî zû ye. Lewra eger Herêma Kurdistanê, berbirsiyariya şerekî man û nemanê negire ser xwe, dê rewşa PKKê wekî dixuyê asan nebe. Ji dervayî van heqîqetan, hêzek heye ku naxwaze PKK piştî Sûriye û Tirkiyê li Iraqê jî bibe  aktoreke sereke. Yek ji van jî rêvebiriya Hewlêrê ye.


Helwesta Enqereyê ya Muhtemel

Berî niha bi du salan, li deverên nêzî sînorê Tirkî û Sûriyê alayên PYDê ku di xeta PKKê de ye û posterên Öcalan hatine hîlawistin. Rûdawa vê yekê li Enqereyê rê li ber înfîaleke mezin vekiribû. Mesela Serokwezîr Erdoğan, di xeberdana xwe ya Tîrmeha 2012an a Banga Neteweyî de wiha gotibû: “Tirkî, tu carî çavê xwe ji rewşeke de facto re nagire. Her hewldan û çalakiya ku gefê li ewlehiya me bixwe, aştî û aramiya me ya navxweyî bixe bin xeterê ji hêla me ve bêbersiv namîne. Emê li dijî van hewldan û çalakiyan, bi biryarî rawestin û helwesteke aktîf wergirin. Emê li ser vê helwesta xwe her berdewam bin.” Erdoğan piştre jî wiha got: “Rêxistinbûyineke li Bakûr pêk were, ji bo me rêxistinbûyineke terorîst e. Mudaxeleya li ser wê, mafê me yê herî tebîî ye.”
Di vî wextê ku derbas bû de, Enqereyê helwesteke hinde zelal û diyar li dijî rêxistina DAÎŞê negirt. Di gel ku vê rêxistinê li Sûrî û Iraqê bê jimar komkujî û wehşet kirin. Ev siyaseta Enqereyê,  têra xwe şaş e û rexneyê heq dike.

Lê belê, wer diyar e rewş diguhere. Lewra DAÎŞ, tenê bi wergirtina heqê Erebên Sunnî namîne. Ji wê gelekî zêdetir pêşde diçe. Partnerê stratejîk ê Enqereyê, Herêma Kurdistanê tehdît dike. Ji aliyekî din ve, îhtimala ku PKK li Sûriye û Iraqê di berterefkirina “Belaya DAÎŞê” de rolekî diyarker û bibandor bilîze û bi vî şerî jî îtibareke mezin bidest bixe;  Enqereyê dixe nav fikar û endîşeyan. Lewra jî ji aqilan ne dûr e ku hikûmeta AK Partiyê, rûdanên pêşerojê yên bilez, hişk, xwînî û muqedder li ber çav bigire û di pozisyonên xwe de guherînên bingehîn û ciddî pêk bîne.
Lê divê em heqîqeteke din jî qebûl bikin ku ji ber rehîneyên di destê DAÎŞê de, îmkanê wê yê ku her daxwaza xwe bi dilê xwe bîne cih tuneye.



Têbînî: Bi fikra min, ne rast e ku rojnamevan di hilbijartinê de dengê xwe diyar bike. Hêvîdar im ku hilbijartina serkomariyê ji bo Tirkî bixêr be. Daxwaza min ji hemî dengdêran ew e ku dengên xwe bidin.


Hevpîşeya xwe Deniz Fırat ku di êrîşa DAÎŞê ya li ser Mexmûrê de hate kuştin bi rêz û hurmet bibîr tînim.



Destek olmak ister misiniz?
Doğru haber, özgün ve özgür yorum ihtiyacı
Bugün dünyada gazeteciler birer aktivist olmaya zorlanıyor. Bu durum, kutuplaşmanın alabildiğine keskin olduğu Türkiye'de daha fazla karşımıza çıkıyor. Halbuki gazeteci, elinden geldiğince, doğru haber ile özgün ve özgür yorumla toplumun tüm kesimlerine ulaşmaya çalışmalı ve bu yolla, kutuplaşmayı artırma değil azaltmayı kendine hedef edinmeli. Devamı için

Hemû gotar (10)
22.09.2024 Ruşen Çakır nivîsî: Di benda hevdîtina Erdogan û Esed de
19.08.2024 Ruşen Çakır nivîsî: Di sala 23yemîn de rewşa hazin a AKP’ê
11.02.2016 Hesabên herdu aliyan ên xelet şerê heyî kûrtir dike
30.01.2016 Rapora li ser ziyana Tirkiyê dîtiye
16.04.2015 Pêdiviya çepa sosyalîst bi hereketa Kurd zêdetir e
14.04.2015 Cemaeta Gülen 19 sal in xizmetê dibe Kurdistana Iraqê
14.04.2015 Bi rastî jî pêdiviya hereketa Kurd bi çepa sosyalîst heye?
10.04.2015 Selahattin Demirtaş: Öcalan nexwasta nedibûme namzed
02.04.2015 Cemil Bayık: Tirkî, di destpêka pêvajoyeke nû de ye
28.03.2015 Serkeftiyê heqîqî yê pêvajoya çareseriyê
29.09.2024 Bir yok edici melek olarak Erdoğan
22.09.2024 Ruşen Çakır nivîsî: Di benda hevdîtina Erdogan û Esed de
17.06.2023 Au pays du RAKI : Entretien avec François GEORGEON
21.03.2022 Ruşen Çakır: Laicism out, secularism in
19.08.2019 Erneute Amtsenthebung: Erdogans große Verzweiflung
05.05.2015 CHP-şi Goşaonuş Sthrateji: Xetselaşi Coxo Phri-Elişina Mualefeti
03.04.2015 Djihadisti I polzuyutsya globalizatsiey I stanovitsya yeyo jertvami. Polnıy test intervyu s jilem kepelem
10.03.2015 Aya Ankara Az Kobani Darse Ebrat Khahad Gereft?
08.03.2015 La esperada operación de Mosul: ¿Combatirá Ankara contra el Estado Islámico (de Irak y el Levante)?
18.07.2014 Ankarayi Miçin arevelki haşvehararı