Çima wisa bû? Ji niha û pê de dê çi bibe? 7 têbîniyên bilez

13.08.2014 Vatan
Wergêr: Muhammet Kurşun /
Orjinal Metin (tr-2014/08/11)

Serkeftina Erdoğan:
Dê partiyên sêwanê muheqeq têra xwe hincet û mehneyan bibînin. Dibe ku ji hinek aliyan ve rexneyên wan licî bin jî. Lê piştî vê seetê tu me’ne û hukmê wan tuneye. Rastî ew e ku Recep Tayyip Erdoğan bi awayekî diyar û vebirî rasterast bi dengê xelkê wekî Serkomarê 12emîn hate hilbijartin. Ev rêje, bê şek û şubhe serkeftina wî ye. Têkçûn û binketina wan aliyan e ku hemî stratejiyên xwe li ser dijberî û sernekeftina wî ava kiribûn. Di serî de mexlûbiyeta CHP û MHPê ye. Herwiha ji aliyekî din ve windakirineke misoger e ji bo Cemaeta Fethullah Gülen.


Biserketina Demirtaş:
CHP û MHPê di hilbijartinê winda kirin. Lê Selahattin Demirtaşê ku kampanyaya xwe ya hilbijartinê li dijberiya ava nekir û projeyeke wekî “bangewaziya jiyana nû” di propaxandeyê de birêve bir, qetiyen winda nekir. Helbet em nikarin bi Erdoğan re muqayese bikin, lê em dikarin bêjin ku serkeftiyê duyemîn ê hilbijartinê Demirtaş e. Ev rewş, bi pêşketina bizava siyasî ya Kurd di serdemên dawîn de gelekî digunce. Em dikarin bibêjin ku Demirtaş, ji dengdêrên Kurd zêdetir deng wergirtine. Herwiha kêm be jî, bandor li ser bajariyên çîna navîn ên ku hêviyên wan ji CHPê şikestine kiriye. Ji aliyekî din ve, divê em rastiyekê bixine rû ku Demirtaş li Anatolia Navîn, Rojhilatê û Behra Reş dengê xwe dernexistiye ser sedî 2 jî. Wekî encam, em dikarin bêjin ku HDP bi vê pêla berzbûna ku bidest xistiye dikare bi namzedên xwe bikeve hilbijartina perlemanê û bendava ku gihîştiye ber sekûka wê, dikare derbas bike. Ev jî, ji bo Tirkiyê gelekî me’nedar û bêguman rûdaneke pir bixêr e.

Şaşbûna fikrê namzedê sîwan: 
Hêj dema ku serokê MHPê fikrê namzedê sîwan bilêv kiribû, min rexneya xwe anîbû ziman. Ji wan 9 îtirazên ku min li ser namzedê sîwan rêz kiribû, dixwazim yekê bînim bîra we: Çi wextî hatibe gotin “bila deng parçe nebin” me dîtiye ku bi yekcarê belawela bûne. Berevajiyê vê me dîtiye ku bihêzbûn û yekrêzî li aliyê din pêk hatiye. Lewra, hêj di serî de dema ku we got “eman ha bila deng parçe nebin” hûn qebûl dikin ku rikeberê we gelekî biqewet e û hûn jî pir lawaz in. Dema em pêşqebûla ku meyla dengêr zêdetir li ser rexê bihêz e li ber çav bigirin, emê bigihên wê encamê ku rikeberê we hêj di serê rê de têra xwe awantajan bidest dixîne.


Pirsgirêka partiyên sîwanê der barê motîvasyonê de: 
Herçiqasî fikrê sîwanê xelet be jî, Ehmeleddin İhsanoğlu, namzedê herî îdeal bû ji vê pêngavê. Lê, piştî merheleyeke kampanyaya hilbijartinê, partiyên sîwanê hemî enerjiya xwe li ser wê yekê xerc kirin ku dengdêrên wan biçin sindoqan. Ev jî bi me dide nîşandan ku “namzedê herî îdeal” jî nekarî motîvasyoneke baş bide dengdêran ku meyla wî bikin. Lewra, gelek kes sedemê beşdarbûna kêm a dengdêran bi bêhêvîbûn û bêelaqebûna CHPyî û MHPyiyan ve girêdidin. Ji vî aliyî ve em dikarin bibêjin ku eger perlemanterên neteweperest ên di nav CHPê de kesekî din wekî alternatîf kiribana namzed, ji aqilan ne dûr e ku rêjeya beşdarbûnê zêdetir biba. Herwiha, ew îddiayên ku dibêjin dê bi vî awayî dengê Erdoğan kêm biba jî maqûl in.


Ber bi sîstema Serokatiyê ve:
Guman tuneye ku Erdoğanê di tûra yekemîn de hate hilbijartin dê hewl bide welat derbasî sîstema serokatiyê bibe. Lê bi vê rêjeya deng, zehmet e ku karibe daxwaza xwe pêk bîne. Dîsa jî eger partiyên di muxalefetê de ji vê mexlûbiyetê dersên pêwist wernegirin û bi heman awayî di rêya xwe de herin, AK Partî, di serê wê de kî dibe bila bibe, dê bi rêberiya Erdoğanê li Çankayayê di 2015an serkeftineke nû tomar bike. Eger piştgiriya HDPê jî bigire, dê îmkanê guherandina distûrê bidest bixe.

Di pêvajoya çareseriyê de sekin tune:
Erdoğan, di merasîma diyarkirina namzediya xwe de axaftinek kiribû. Di wê xeberdanê de Kurd danîbûn kêleka xwe û Cemaet jî kiribû dijberê xwe. Baweriya min ew e ku dê vê xeta xwe bidomîne. Lewra bi Cemaetê pêwistiya xwe dijmin, bi pêvajoya çareseriyê jî pêwistiya hedefa muşexxes dabîn dike. Li layekî din ve jî, PKK piştî Sûrî li Iraqê jî roleke aktîf dilîze. Dema em vê rastiyê li ber çav bigirin, Erdoğan îdî nikare meseleya Kurdan zêdetir dereng bixîne. Lukseke wî ya wisa nema.


Pêşaroja Gül a siyasî:
Ezê di van rojan de li ser  Abdullah Gül analîzeke berfireh bikim. Lê Erdoğanê ku bi rêjeyeke wekî sedî 52 hilbijartina serkomariyê qezenc kir, dê kesekî mîna Abdullah Gül li ber projeyên ku dixwaze cibecih bike wekî asteng bibîne. Abdullah Gül, dibe ku der barê projeyên Erdoğan de probleman derxîne. Loma, bi eqlê min nakeve ku Erdoğan, wî ji bo serokatiy AK Partiyê û serokwezîriyê bifikire. Lê ji fikarên polîtîkaya hundirîn zêdetir, rîskên herêma ku em tê de dijîn gelek in. Li Rojhilata Navîn her rojê cihek serûbinî hev dibe. Ji ber van rîskên zêde dibe ku mecbûr bimîne kesekî wekî Abdullah Gül bihêz tercîh bike. 




Destek olmak ister misiniz?
Doğru haber, özgün ve özgür yorum ihtiyacı
Bugün dünyada gazeteciler birer aktivist olmaya zorlanıyor. Bu durum, kutuplaşmanın alabildiğine keskin olduğu Türkiye'de daha fazla karşımıza çıkıyor. Halbuki gazeteci, elinden geldiğince, doğru haber ile özgün ve özgür yorumla toplumun tüm kesimlerine ulaşmaya çalışmalı ve bu yolla, kutuplaşmayı artırma değil azaltmayı kendine hedef edinmeli. Devamı için

Hemû gotar (10)
22.09.2024 Ruşen Çakır nivîsî: Di benda hevdîtina Erdogan û Esed de
19.08.2024 Ruşen Çakır nivîsî: Di sala 23yemîn de rewşa hazin a AKP’ê
11.02.2016 Hesabên herdu aliyan ên xelet şerê heyî kûrtir dike
30.01.2016 Rapora li ser ziyana Tirkiyê dîtiye
16.04.2015 Pêdiviya çepa sosyalîst bi hereketa Kurd zêdetir e
14.04.2015 Cemaeta Gülen 19 sal in xizmetê dibe Kurdistana Iraqê
14.04.2015 Bi rastî jî pêdiviya hereketa Kurd bi çepa sosyalîst heye?
10.04.2015 Selahattin Demirtaş: Öcalan nexwasta nedibûme namzed
02.04.2015 Cemil Bayık: Tirkî, di destpêka pêvajoyeke nû de ye
28.03.2015 Serkeftiyê heqîqî yê pêvajoya çareseriyê
29.09.2024 Bir yok edici melek olarak Erdoğan
22.09.2024 Ruşen Çakır nivîsî: Di benda hevdîtina Erdogan û Esed de
17.06.2023 Au pays du RAKI : Entretien avec François GEORGEON
21.03.2022 Ruşen Çakır: Laicism out, secularism in
19.08.2019 Erneute Amtsenthebung: Erdogans große Verzweiflung
05.05.2015 CHP-şi Goşaonuş Sthrateji: Xetselaşi Coxo Phri-Elişina Mualefeti
03.04.2015 Djihadisti I polzuyutsya globalizatsiey I stanovitsya yeyo jertvami. Polnıy test intervyu s jilem kepelem
10.03.2015 Aya Ankara Az Kobani Darse Ebrat Khahad Gereft?
08.03.2015 La esperada operación de Mosul: ¿Combatirá Ankara contra el Estado Islámico (de Irak y el Levante)?
18.07.2014 Ankarayi Miçin arevelki haşvehararı