PKK çima dixwaze bi DAÎŞê re şer bike?

01.07.2014 Vatan
Wergêr: Muhammet Kurşun /
Orjinal Metin (tr-2014/06/14)

Dizanim dema ku sernivîsê bibînin, wê hinek ji me bêjin: “Jixwe li Sûriyê, li devera ku jê re dibêjin Rojava bi DAÎŞê re dikin”.. Rast e, şaxê eskerî yê PYDê YPG, ev demek eli Rojavayê bi rêxistinên wekî Daîş (Dewleta Îslamî Iraq Şam) û  Eniya Nusrayê re şerekî man û nemanê dike. Em dizanin ku PYD jî di xeta Abdullah Öcalan de dimeşe. Herwiha dîsa tê zanîn ku di vî şerî de PKK, bi her awayî piştgiriya YPGê dike. Li gel vê, me heta niha nebihîstiye ku PKKê heta niha rasterast bi rêxistineke ser bi El Qaîde re şer kiribe. Lê îhtimal e ku di nêzîk de em vê yekê li Irakê bibînin. Lewra, piştî ku Daîşê dest danî ser Mûsilê, KCKê daxuyaniyek belav kir. KCKê di wê daxuyaniyê de soza piştgiriya Herêma Kurdistanê da û wiha got: "Gerîllayên me, amade ne ku li gel hêzên pêşmerge bi awayekî çalak bicengin."

PKK çavnêriyê dike
Divê beriya her tiştî em bêjin ku di vê qonaxê de ev ne ihtimaleke biqewet e. Lewra, Daîşê bi desteserkirina Mûsilê bala her kesî kişande ser xwe. Di rewşeke wisa de naxwaze ku eniya şer zêdetir fireh bike û bi hêza Kurdan re rûbirû bibe. Ji vê zêdetir, wê Daîş giraniya xwe bide ser şerê bi rejima Bexdayê re. Herwiha armanca wê ew e ku enerjî û hêza xwe qenalîzeyî cenga Erebên Şîî bike. Şîiyên Ereb, li Iraqê piranî ne û bihêz in. Ji aliyekî din ve, Herêma Kurdistanê jî heta ku mecbûrî nebe naxwaze ku bikeve nav vî şerî. Kurd zêdetir siyaseta sûdwergirtina ji vê aloziyê dimeşînin. Armanca wan ew e ku vê qeyranê baş bikarbînin û Kerkûk di serî de, desthilatiya xwe ya li ser herêmên binîqaş zeximtir bikin. Ji ber vê yekê, îhtimaleke dûr e ku PKK, di vê rewşê de bikeve nav  şerê li Iraqê. Lê belê, îhtimal e ku di wextekî nêz de, Kurdên Iraqê û Daîş rûbirûyî hev bibin.

Lewra:
1)  Li hinek ji wan deverên ku Daîşê "Dewleta Xîlafetê" îlan kir, îhtimal ku rûbirûyî Kurdan bibe
2)  Di nav Daîşê û rêxistinên ser bi xeta El Qaîdeyê de gelek şervanên Kurd hene. Piştî ku ev hêz, bigihên asteke bilind a bixwebaweriyê, mumkin e ku bixwazin bakurê Iraqê jî tevlî axa xîlafetê bikin.
3)  Herêma Kurdistanê, dibe ku ji bihêzbûna rêxistineke Îslamiya tundrew bikeve fikaran. Ji ber ku wekî em dizanin li Herêma Kurdistanê qewete diyar a Bizava Îslamî heye. Dibe ku rêvebirî bitirse ku bi vê pêngavê Bizava Îslamî bihêztir bibe û jê re bibe xeterek. Loma jî îhtimal e bi mentiqê "bergiriya herî baş êrîş e" cengê li dijî Daîşê îlan bike.
4)  Ji aqilan ne dûr e ku Herêma Kurdistanê piştgiriya PYD/YPGê bike bike û şerê xwe yê bi El Qaîdeyê re ber bi Sûriyê ve dehf bide. Herêmê, heta niha hîç piştgirî nedaye van hêzan. Berevajiyê vê, her demê astengî li ber wan durist kiriye.

Stratejiya PKKê ya muhtemel
Di nav refên El Qaîdê û rêxistinên mînanî wê de, gelek xortên Kurd ku ji Tirkiyê çûne û li Iraq û Sûriyê şer dikin hene. Ji ber vê El Qaîde, bi awayekî rasterast pirsgirêka PKKê ye jî. Eger El Qaîde, li van her du welatan bigihê hêzeke berçav, piştre dikare li Tirkiyê bi PKKê re jî rûbirû bibe. Dibe ku El Qaîde ji Hizbullaha îro zêdetir, tengasiyan ji PKKê re derxe û zirarê bidiyê. Lê esas sedemên ku PKK bixwaze li dijî Daîşê şer bike cuda ne:

1)  Bi taybetî dixwaze ku li dijî El Qaîdeya dijminê sereke yê Ewrûpa û Emrîka ye şer bike û ji xwe re di qada navneteweyî de, meşrûiyetekê ava bike. Hetta dixwaze prestîjekê bidest bixe.
2)  Dixwaze nîşan bide ku hêzeke herêmî ye û tu carî nabe were îhmalkirin
3)  Dixwaze ku têkiliyên xwe yên bi Herêma Kurdistanê re islah bike 
4)  Di çarçoveya Pêvajoya Aştiyê de armanca wê ew e ku bi Enqerê re li ser masê bihêztir rûnê
5)  Di vê pêvajoyê de dixwaze destê PYD/YPG  xurttir bike

PKK, ji Şerê Xelîcê yê yekem û mudaxeleya Iraqê, biqezenc derket û bihêztir bû. PKK, dixwaze ku ji qeyrana li Iraq û Sûriyê jî durist bûye, bi heman awayî sûdê wergire û biqezenc derkeve. Ji roja îro ve ayindeya vê rêxistinê vekirî dixuyê.




Destek olmak ister misiniz?
Doğru haber, özgün ve özgür yorum ihtiyacı
Bugün dünyada gazeteciler birer aktivist olmaya zorlanıyor. Bu durum, kutuplaşmanın alabildiğine keskin olduğu Türkiye'de daha fazla karşımıza çıkıyor. Halbuki gazeteci, elinden geldiğince, doğru haber ile özgün ve özgür yorumla toplumun tüm kesimlerine ulaşmaya çalışmalı ve bu yolla, kutuplaşmayı artırma değil azaltmayı kendine hedef edinmeli. Devamı için

Hemû gotar (10)
11.02.2016 Hesabên herdu aliyan ên xelet şerê heyî kûrtir dike
30.01.2016 Rapora li ser ziyana Tirkiyê dîtiye
16.04.2015 Pêdiviya çepa sosyalîst bi hereketa Kurd zêdetir e
14.04.2015 Cemaeta Gülen 19 sal in xizmetê dibe Kurdistana Iraqê
14.04.2015 Bi rastî jî pêdiviya hereketa Kurd bi çepa sosyalîst heye?
10.04.2015 Selahattin Demirtaş: Öcalan nexwasta nedibûme namzed
02.04.2015 Cemil Bayık: Tirkî, di destpêka pêvajoyeke nû de ye
28.03.2015 Serkeftiyê heqîqî yê pêvajoya çareseriyê
28.03.2015 Dê gavên hikûmetê tarîxa kongreya PKKê diyar bikin
25.03.2015 Çav û eqlê herkesî li HDPê ye
30.06.2024 “Tertemiz bir Cumhuriyet kadını”: Ayşe Ateş
17.06.2023 Au pays du RAKI : Entretien avec François GEORGEON
21.03.2022 Ruşen Çakır: Laicism out, secularism in
19.08.2019 Erneute Amtsenthebung: Erdogans große Verzweiflung
11.02.2016 Hesabên herdu aliyan ên xelet şerê heyî kûrtir dike
05.05.2015 CHP-şi Goşaonuş Sthrateji: Xetselaşi Coxo Phri-Elişina Mualefeti
03.04.2015 Djihadisti I polzuyutsya globalizatsiey I stanovitsya yeyo jertvami. Polnıy test intervyu s jilem kepelem
10.03.2015 Aya Ankara Az Kobani Darse Ebrat Khahad Gereft?
08.03.2015 La esperada operación de Mosul: ¿Combatirá Ankara contra el Estado Islámico (de Irak y el Levante)?
18.07.2014 Ankarayi Miçin arevelki haşvehararı