Çima Enqere îdî ji Kurdistaneke serbixwe natirse?

05.07.2014 Vatan
Wergêr: Muhammet Kurşun /
Orjinal Metin (tr-2014/07/05)

Wekî gelek kesan, ez jî wisa difikirîm ku piştî mudaxeleya Emrîka ya li ser Iraqê di 2003an de, Rêvebiriya Herêma Kurdistanê, pêngava pêşî ya Kurdistana serbixwe ye. Piştî hemleya DAÎŞê (Dewleta Îslamî li Iraq û Şam-Bi navê xwe yê nû îdî tenê DÎ, yanî Dewleta Îslamî) ya li ser Mûsilê, her tişt serûbinû hev bû. Di vê aloziyê de, ew fikrê ku jixwe ji berê ve bi Kurdan re hebû bi yekcarê germ bûye. Em di rojeveke wisa de ne ku berî 2014 biqede, îhtimal e em bi dewleta Kurdistanê ya serbixwe re bibine cîran.
Balkêş e, hetanî demeke nêz jî, dihate gotin ku hêza berî her kesî li dijî ragihandina serxwebûna Kurdan derkeve Tirkiye ye. Li ser vê meselê bi salan dihate îddiakirin ku Washington ji bo qanihkirina Enqereyê li ser Kurdistaneke serbixwe, bi awayekî vekirî û veşartî, hewldanan dike. Di roja îro de, eger Hewlêr serxwebûnê ragihîne, ji wan dewletên ku helwesteke neyênî li dijî Kurdan bigirin, Tirkiye di rêza herî jêr de ye.
Ez bawer nakim ku ev “Projeyeke Emrîka” be. Di serî de firotina neftê, ew peymanên ku bi Kurdên Iraqê re hatine girêdan û têkiliyên zêde yên tîcarî û aborî, gelekî muhîm in. Feqet bi raya min di gihîştina vê xalê de ne diyarker in.

Rolê Öcalan

Sedemê bingehîn ê ku Enqere îdî li dijî “Kurdistaneke serbixwe” wekî berê aciz nabe û refleksan nîşan nade û carûbaran hana vê yekê jî dide ew e ku; di nava Kurdên Tirkiyê de fikrê avakirina dewleteke serbixwe ya Kurd bi awayekî balkêş kêm e. Însanên ku li dora vî fikrî hene hindik in. Di gel ku Bizava Siyasî ya Kur hinde bihêz e jî, fikrê dewleteke cuda ne meqbûl e. Çima gelo? Ji bo bersiv û şîroveya vê xalê,  divê em li Abdullah Öcalan binêrin. Bi taybetî jî li wan fikrên wî yên ku piştî li Imraliyê hate zîndanîkirin, afirandine.
Tê bîra min, di serê pêşî de, helwesta rexneyî ya Öcalan li ser “netew-dewlet”ê wekî teqiyye hatibû dîtin û tu kesî bi ciddiyet li wan temaşe nekir. Lê ewî pozisyona xwe biisrar parast. Ji bo Kurdên Tirkiyê pêşniyara “xweseriya demokratîk” û ji bo Kurdan tevan jî “konfederalîzma demokratîk” pêşde bir, kemiland. Bi vê yekê re, di nav girseya Bizava Siyasî ya Kurd de fikrên serxwebûnê si sur’eteke zêde marjînalîze bûn.

Eger Öcalan bi vî awayî neguherîba, dê Bizava Siyasî ya Kurd gihîştiba hêza xwe ya îro? Ne mumkin e em bi vê zanibin. Lê eger Öcalan û girêdayî wî jî Bizava Siyasî ya Kurd di xeteke serxwebûnparêziyê de bimana, ji aqilan ne dûr e ku Enqere ji bo Kurdistaneke serbixwe ava nebe serî li her cure astengiyan bida.


Ji niha û pê de...

Ji hêla nifûs, civakî, aborî ve çandî ve ji bo Kurdan welatê herî muhîm bêguman Tirkiye ye. Eger li Iraqê dewleteke serbixwe ya Kurdan ava bibe, hêviya ku Kurdên Tirkiyê jî wekî halê niha nebine xwedî tu statuyê û wiha dewam bikin, ne waqiî ye. Ev li aliyekî, wekî min berê jî destnîşan kir, avabûna Kurdistaneke serbixwe, bivê nevê dê bibe sedem ku di nava Kurdên Tirkiyê de jî fikrê dewleteke cuda muheqeq şîn bike. Eger neyê xwestin ku Tirkiye parçe bibe, divê pêvajoya çareseriyê statuyeke ku Kurd jê razî bibin bike ji mumkînatan. Divê pêvajoya aştiyê bi modeleke ku Kurd karibin statuya xwe tayin bikin biencam bibe. Dema ku ev têne kirin, divê Kurdên Iraq, Sûriye û hetta Kurdên Îranê jî li ber çav bêne girtin û hesabê wan jî bête kirin.

Wekî têbîniyeke dawî;  ji dema Turgut Özal ve heta niha pêşniyarek tê ser ziman ku bi şeklê “Lazim e Tirkiye li herêmê hamiyê Kurdan be”  hatiye formulîzekirin. Divê em vê pêşniyarê bi xwînsarî û mentiqî binirxînin û baş lêpirsînê li ser bikin. Ev pêşniyara ku bi şêwaza dagirkeriya serdema nû tê ser ziman, dûrî prensîbê wekheviyê ye. Herwiha pêkanîna wê jî ji îmkanan dûr e. Ji dêvla ku Tirk, biragewreyî yan jî parastinê li Kurdan bike, ji Kurdên Tirkiyê re bibe arîkar ku têkiliyên xwe yên bi Kurdên welatên din re xweş bikin û demarê birayetiyê di nava xwe de xurt bikin, ne maqûltir e? Ma ev gelekî zehmet e?




Destek olmak ister misiniz?
Doğru haber, özgün ve özgür yorum ihtiyacı
Bugün dünyada gazeteciler birer aktivist olmaya zorlanıyor. Bu durum, kutuplaşmanın alabildiğine keskin olduğu Türkiye'de daha fazla karşımıza çıkıyor. Halbuki gazeteci, elinden geldiğince, doğru haber ile özgün ve özgür yorumla toplumun tüm kesimlerine ulaşmaya çalışmalı ve bu yolla, kutuplaşmayı artırma değil azaltmayı kendine hedef edinmeli. Devamı için

Hemû gotar (10)
22.09.2024 Ruşen Çakır nivîsî: Di benda hevdîtina Erdogan û Esed de
19.08.2024 Ruşen Çakır nivîsî: Di sala 23yemîn de rewşa hazin a AKP’ê
11.02.2016 Hesabên herdu aliyan ên xelet şerê heyî kûrtir dike
30.01.2016 Rapora li ser ziyana Tirkiyê dîtiye
16.04.2015 Pêdiviya çepa sosyalîst bi hereketa Kurd zêdetir e
14.04.2015 Cemaeta Gülen 19 sal in xizmetê dibe Kurdistana Iraqê
14.04.2015 Bi rastî jî pêdiviya hereketa Kurd bi çepa sosyalîst heye?
10.04.2015 Selahattin Demirtaş: Öcalan nexwasta nedibûme namzed
02.04.2015 Cemil Bayık: Tirkî, di destpêka pêvajoyeke nû de ye
28.03.2015 Serkeftiyê heqîqî yê pêvajoya çareseriyê
29.09.2024 Bir yok edici melek olarak Erdoğan
22.09.2024 Ruşen Çakır nivîsî: Di benda hevdîtina Erdogan û Esed de
17.06.2023 Au pays du RAKI : Entretien avec François GEORGEON
21.03.2022 Ruşen Çakır: Laicism out, secularism in
19.08.2019 Erneute Amtsenthebung: Erdogans große Verzweiflung
05.05.2015 CHP-şi Goşaonuş Sthrateji: Xetselaşi Coxo Phri-Elişina Mualefeti
03.04.2015 Djihadisti I polzuyutsya globalizatsiey I stanovitsya yeyo jertvami. Polnıy test intervyu s jilem kepelem
10.03.2015 Aya Ankara Az Kobani Darse Ebrat Khahad Gereft?
08.03.2015 La esperada operación de Mosul: ¿Combatirá Ankara contra el Estado Islámico (de Irak y el Levante)?
18.07.2014 Ankarayi Miçin arevelki haşvehararı